Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hisiçê-gundê (Niçim)ê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Birahîmê Golî, Qur'anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurda, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Ew, di sala 1937'an de hatiye bajarê Amudê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nurettîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye.
Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.
Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Ki me ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:
"... Ev xwendin û zanebûnNêzîk dikin serxwebûnXortên wek te pir zanaGerek bêjin; NezanaBira destên hev bigrinDi vê rê de em bimrin..."Ew, ji neçarî demekê dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1937'an de berî dide bajarê Hisiça û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike. Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed mehder li gora wî bibare.
Di roja şemiya 23.3.2002´an de, demjimêr heştê hêvarî li nexweşxana Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hisiça li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê.
__________________________________________________
BİR MEMLEKET İSTERİM
Memleket isterim
Gök mavi, dal yeşil, tarla sarı olsun;
Kuşların çiçeklerin diyarı olsun.
Memleket isterim
Ne başta dert ne gönülde hasret olsun;
Kardeş kavgasına bir nihayet olsun.
Memleket isterim
Ne zengin fakir ne sen ben farkı olsun;
Kış günü herkesin evi barkı olsun.
Memleket isterim
Yaşamak, sevmek gibi gönülden olsun;
Olursa bir şikayet ölümden olsun.