:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.

:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M

:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe Müzik Sitesi: :.:::.:
 
AnasayfaKapıLatest imagesAramaKayıt OlGiriş yap

 

 osman sebri

Aşağa gitmek 
YazarMesaj
?_HaLiL_?

?_HaLiL_?


Mesaj Sayısı : 116
Kayıt tarihi : 30/08/09

osman sebri Empty
MesajKonu: osman sebri   osman sebri EmptyPaz Eyl. 13, 2009 8:40 am

--------------------------------------------------------------------------------



Osman Sebrî (1905–1993)

Jiyan, berhem û helbestvaniya wî

BEŞA YEKEMÎN


Serdema Osman Sebrî

Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîskarekî, kesayetiyekê, an diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, ji bo lêkolînêkê bike mijarek, bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemî diyardeyên mirovane, çi zanistî bin, çi ramyarî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye.

Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan, li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li ser du beşan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî dest pê bike, û weha biçe ta şoreşa Şêx Seî’dê Pîran, û yê dî wê ji binxetbûna Osman Sebrî de dest pê bike.

Jiyana rêzanî, civakî û rewşenbîrî di navbera şoreşên herdu Şêxan de

Dema O.Sebrî Çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di Kurdistanê, û hindirê Împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê, ji herdu hêlên civakî û netewî de gelekî dijwar bibû, ta bibû sedema sereke ji bo xebata rizgarîxwaza hemî milet û neteweyên Împeretoriya nexwaş, çi li Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û dêmoqratîk, di bin bandûra êdeolojiya burijwaza ewrupî de, derbasî nav Turkan bûn û di hişên gelek ronakbîran de lûs ji xwe re dîtin. Parta Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewil da ku Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya netewî biparêze(1) û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hindirê refekî. Pirsa netewî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemî tevgerên azadîxwaz ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke netewî, ta ku nema agirê vê xebata rûmetdar vedimre.

Gelê Kurd, wek hemî gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek şoreş û serîhildanan pêxist, nemaze şoreşa Şêx Ubeydullayê Nehrî sala 1880-ê, ya ku tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê şoreşê pirogrameke numa hebû, hemî nîr û rewşên der û hindir li pêş xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin berjewendiyên Turkan, Farisan û Rûsan gîhane hevdu, û hêzên wan hersê dewletan ew şoreş ji hersê aliyan ve dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovane û xwînî perçiqandin û gelek kesên kurd kuşt in û penaber kirin, û gelek gundên wan bi qadê re dûz kirin(2).

Têkçûna evê şoreşê xebata Kurdan sist ne kir, lewre jî wê her gav bala sultanê Osmanî dikşand, û derûna wî dixuran, ji ber vê yekê ewî berê xwe da dek û pilanan, da Kurdan du-sê beşî bike. Bi vê boneyê sultan Ebdilhemîd, sala 1891-ê hêzeke leşkerî bi navê (Siwarên Hemîdî) ji Kurdan, di bin serpereştiya serokeşîran de, çê kir û gelek bexşîş û diyarî dane wan siwaran da ku wan li dijî her du gelên Kurd û Ermen bikar bîne, û birîneke xwînzê di refê Kurdan de veke. Herweha gelek dibistanên olî û leşkerî li nava Kurdan ava kir, da tenê zarokên serokeşîran tê de bixwînin, û bi awakî bêne perwerdekirin, ku her û her dilsozên sultanê Osmanî bimînin. Ligel vê gavê, ewî dibistaneke taybet li Qustentînê (Istenbol) bi navê (Dibistana eşîrtiyê – E’şîret mektebi), ji bo zarokên serokeşîrên Kurd û hinek famîleyên Elbanan û Ereban ava kir, da ristên leşkerî û zanînên olî tê de hîn bibin. Mebesta sultanê Osmanî ew bû ku zarokên serokeşîran wek dîlan (êsîr) li Qustentînê bihêle, da ewana serêşiyan ji wî re peyda nekin. Lazaryêf dibêje: “Sultan Ebdilhemîd ev yeka eşkere li xwe na”(3).

Dêmek sultanê Osmanî dixwaste wan zarokan bi xwe ve girêde, da ku her û her bervedêriya wî bikin. Lê pir ne çû heya pirên wan şagirtan li hember wî rabûn, û doza Kurdistana azad û serbixwe di dil û hişên wan de bû baweriyeke bê hempa. Bi rastî rabûn û rûniştina wan li Qustentînê rê li pêş wan vekir ku pêrgî ramanên azad bên û bikefin bin nêrînên netewî, yên ku destlata dewletê şerê wan dikir. Ji ber vê yekê sultanê osmanî, sala 1906-ê, deriyê wê dibistanê girt.

Bajarê Qustentînê, wek Celîlê Celîl dibêje, hin bi hin bû navendeke rêzanî û êdeolojî, ne tenê ji bo ramyarên azadîxwaz û ronakbîrên Turkan, belê ji bo hişyariya netewî a kurdî jî, ji ber ku gelek kesên Kurd li wî bajarî leşker bûn, an karmendên dewletê bûn, an di bin çavdêriya rijîmê de, bi kotekî, li wir cîwar bibûn, an jî xortên xwendevan bûn, ku ji ramanên netewî têr vexwerin, û pirên wan, bi dizî, vegeriyan Kurdistanê(4).

Zordariya destlata dewletê gelek pêşverûyên Turkan û ronakbîrên Kurdan bêgavî mişextiyê kiri bûn. Ewan ronakbîran berên xwe dabûn Ewropayê, û li wir jî, ji bo hêviyên gelê xwe, bibûn xebatkarên hêja, û bizav dikirin ku hinek guhertinên burjiwazî li welatê xwe peyda bikin. Lê mixabin bingeha civakî û aborî ya Kurdistanê, li pêş wan bizavan bû kend û bend. Lê tevî vê yekê, ew ronakbîran bê hêvî ne bûn, û dest ji xebatên xwe yên rêzanî bera ne dan. Evê xebatê rojnamegerî ji bo xwe wek alaveke kêrhatî dîti bû, û yekemîn car di dîroka kurdî ya nû de, rewşenbîrê mezin Miqdat Midhet Bedirxan, sala 1898-ê dengê xwe li ser rûpelên rojnama (Kurdistan) gîhande gelê xwe.

Ev rojname li Qahîreyê derket, û hejmarên wê di riya Sûriyê re derbasî hindirê Kurdistanê dibûn. Lê pir ne çû, ji neçarî, cihê xwe guhart û çû Jinêvê li Siwêsrayê, û Ebdilrehman Bedirxan bû sernivîserê wê. Erka wê ew bû ku roleke ronakbîrî bilîze, lewre berê Kurdan berve xwendin, zanîn û yekbûnê dida, û paşvemayîna gelê Kurd wek encamekê ji encamên zordestî û helwesta rêjîma Osmaniyan didît. Lê ji hejmara 16-ê û pê ve, Ebdilrehman Bedirxan pênûsa xwe ajot ser sultan, û ew jî wek kelemekê li pêş birêveçûna gelê Kurd salix da.

Mirov dikare bêje, evê xebata rêzanî çarçewa xwe firehtir kir û hinek şêweyên dî bikar anîn, wek raperîna Dêrsimê sala 1905-ê (sala bûyîna O.Sebrî ye) û pêşandana Kurdan li Qustentînê sala 1906-ê, ya ku jînên Kurd jî tê de hevpar bûn, û pêşandana sala 1907-ê, ya ku pênc hezar kes hevparên wê bûn. Li kêlek van bizavan, ronakbîrên Kurd li Qustentînê çalakiyên xwe duqat û firehtir kirin û li derdora Şêx Ebdilqadirê Şêx Ubeydulla civiyan. Hinek rewşenbîrên Kurd ji Ewrupayê vegeriyan, û rayên gelekan li hevdu hatin aşlekirin, û baweriya avakirina rêxistneke rêzanî û civakî ji wê aşlekirinê der kete holê.

Herdu kesayetiyên Kurd, Emîn Bedirxan û Şêx Ebdilqadirê Şêx Ubeydulla ev rêxistin, sala 1908-ê li Qustentînê, di bin navê (Kurd tea’win ve tereqqî cemi’yetî – Komela Hevkarî û Pêşveçûna Kurd) de damzirandin, û li goreyî duruşmên (Ciwanturk), yên ku yekîtiya hemî gel û neteweyên Împeretoriya Osmanî û vejandina destûra sala 1876-ê erk û mebesta wan bûn, li goreyî wan duruşman, komela Kurdan jî pirogirama xwe saz kir, û ji bo pêkanîna evan erkên jêrîn xebata xwe domand:

1-Avakirina dibistanan li her deverên ku Kurd lê hene.

2-Zimanê kurdî li Kurdis-tanê bibe zimanekî fermî.

3-Avakirina zangoyekê li Kurdistanê.

4-Çapkirin û weşandina roj-name û kovarên rêzanî bi zimanê kurdî.

5-Binavkirina nûnerkî kurdî yî domdar di komîta dewletê de, û avakirina bingeha aborî li Kurdistanê. (5)

Gelek kesayetiyên Kurd, yên hukardar, bûn endamên vê rêxistina ku di demeke kurt de karî bû, li nik rêxistin û nûnerên Ereb û Ermen û neteweyên dî, wek nûnerê Kurdan bête naskirin. Evê rêxistinê rojnameya “Kurd” wek zimanhal, roja 9-ê Çiriya Paşîn sala 1908-ê, weşand(6).


Apo Osman Sebrî

Çalakiyên vê rêxistinê sînorên Qustentînê derbas kirin û gîhan Kurdistanê; gelek liqên wê li Amedê, Betlîsê, Mûsilê, Mûşê, Erzreomê û Bexdayê jî ava bûn, û pê re jî komeleyek ji bo xwendinê damezirand, navê wê (Kurd neşir me’rîfet) bû.

Çalakiyên wan liqan, nemaze kilûpa Betlîsê, gelekî fireh bûn, endamên wê ji yên kilûpa dewletê li Betlîsê (Îttîhad ve tereqqî – Hevgirtin û pêşveçûn) pirtir bûn, lewre jî wê tirsek xisti bû hindirê kilûpên dî, ya Ermeniyan û ya dewletê, nemaze jî çalakiyên wê sînorên rêzanî, rewşenbîrî û civakî derbas kiri bûn, û gurûpên çekdarî ji endamên xwe çê kiri bûn. Ji ber vê yekê dewletê çavên xwe li wê kilûpê sor kirin, heya ku deriyê wê, sala 1909-ê girt, di dû re jî hemî kilûpên Kurdan, li deverên ku lê hebûn, hatin girtin.

Sala 1910-ê di dîroka têkiliyên “Ciwantirk” ligel neteweyên dî saleke bi nîşan bû. “Ciwanturk” di wê salê de helwesta xwe li hember hemî neteweyên dî, yên ku vêkra li hember rêjîma Sultan berxwe didan, guhart û li dijî erkên wan neteweyan kar kir. Lê tevî vê yekê xebatên neteweyên ne Turk jar ne bûn, û tevî ku hemî kilûpên Kurdan hatin girtin û qedexekirin, xebatkarên Kurd dest ji erkên xwe bera ne dan. Ji vê salê û pê ve tevgera azadîxwaza Kurd derbas qonaxeke nû bû, û raman û helwestên serkêşên rêxistina “Hevkarî û Pêşveçûna Kurd” wek agirekî pêketî man, ta ku mirov dişê bêje, ew yekemîn rêxistin bû ku doza kurd wek encamekê ji encamên qonaxa pêşveçûna rêzanî û civakî berve pêş de bir.

Rast e, hevkarên Turk (Îttîhad ve tereqqî) hemî kilûp û komeleyên Kurdan qedexe kirin, lê cengên wan li Belqanê ew gelekî jar kiri bûn, û pê re jî partiya (Huriyet ve îtîlaf) gelek rexnên giran dajote ser wan, ta wezareta (Ciwnturk) şikest û heyameke layiq ji bo Kurdan lê hat ku hukardariya wan rêberên pêşî berê xwe bide: xwendevanên Kurd li Qustentînê sala 1912-ê komeleya “Hêvî” damezirandin.

Ev komele yeke çalak bû, serokê wê Omer Cemîl Paşa bû. Qedrî Cemîl Paşa jî sekretêrê wê bû. Gelek endamên wê jîrek bûn, mîna Fuad Temo, Memdoh Selîm û hinên dîtir(7). Têkiliyên wê komelê jî ligel neteweyên dî pir fireh bûn. Evê komelê jî, mîna yên beriya xwe, çalakiyên xwe wek dîlên salonên Qustentînê ne hêşt, belê liqên xwe li Erzeromê, Betlîsê û li Lozanê jî ava kirin, û rola rageyandin û rojnamegeriyê baş nas kir, lewre jî kovara “Roja Kurd”(Cool derxist û pênûsên jîr li derdora wê civandin. Ewan pênûsan rûpelên wê kovarê, bi nerîn û helwestên zanistî, xemilandin.

Tiştê balkêş ew e, tevî ku ev komele ya xwendevanan bû, lê gelek endamên wê ne xwendevan bûn, kar û xebata wê bi zanîn û serpêhatiyên (tecrûbe) xwe hêzdar dikirin, nemaze Salih Bedirxan û Necmedîn Kerkoklî û hinên dî, yên ku doza netewa kurd li ser rûpelên “Roja Kurd” şirove dikirin û pirsa rizgargirina Kurd û Kurdistan eşkera digotin. Ji ber evan helwestan destlata dewletê ew kovar, piştî hejmara 4-ê, qedexe kir û gelek nivîsevanên wê, mîna Salih Berdixan, avêtin hindirê zîndanan.

Endamên vê komelê, ya ku ji neçare û ji ber stema dewletê karê xwe li destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem rawestand, û nivîsevanên vê kovarê zanî bûn ku gelê nezan nikare xwe pêş ve bibe; nikare civaka xwe li ser bingehên zanistî ava bike. Lewre roleke rewşenbîrî lîsti bûn û pirsa xwendinê kiri bûn erkeke sereke ji erkên xebata xwe.

Pêşengên ronakbîriya kurdî, di vê qunaxê de, rola rewşenbîriyê baş nas kiri bûn û di nirxê ramanên nû, ku ji Ewrupayê de dihatin û sînorên Împeretoriya pîr derbas dikirin, gîşti bûn. Lewre jî têkiliyên xwe digel neteweyên dî, yên bindestên Osmaniyan bûn, diparastin û sûde ji wê heyamê werdigirtin. Xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan di vê penavê de nirxbuha bûn. Evî mirovî dostaniya Kurdan û Ermenan doz dikir, û di navbera salên 1910–1913-ê de gelek bizavên berbiçav kirin, ku kari be alîkariya Rûsan, ji bo raperîneke çekdarî, bistîne. Lê mixabin Rûsan berjewendiyên xwe di ser Kurdan re girtin û xwastin ewî rêberê Kurd tenê ji bo wan berjewendiyan bikar bînin. Tevî vê yekê ew mirov sist ne bû, û karî bû digel Simko komeleyeke ronakbîrî, navê wê “Gîxwende” bû, sala 1913-ê li bajarê Xoyê damezirîne. Evê komelê pirogrameke ronakbîrî ye nixbuha hebû.(9)

Di evê heyama layiq de, ya ku bi ramanên çanda Ewropayê û bi bermayên zanînê dihate aşlekirin, yekemîn çapxaneya kurdî sala 1915-ê li bajarê Helebê bi destên Husên Hiznî Mukuryanî hate damezirandin, û ta sala 1925-ê li wir ma, hinek pirtûk çap kirin û bû alîkara durustkirina bingeha ronakbîriya kurdî.

Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-ê, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêlek Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên Kamil Bedirxan û yên Şêx Tahayê Sidîqê Şemdînanî kef ne dan(10). Herweha civata ku gelek rêberan sala 1919-ê li (Kaxtê), ji bo karekî çekdarî, girêda bûn jî bi ser ne ket, û pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata rêzanî – vê carê dîplomatîkî jî – çû. Serkêşê evê xebata dîplomatîk Şerîf Paşa bû, ewî doznameya kurdî pêşkêşî kongira Firasayê kir. Lê peymana Sîvirê, ya ku sultanê Osmaniyan Mehmedê Şeşê ligel dewletên serketî roja 10.08.1920-ê îmze kiri bû, pirsa kurdî gelekî biçûktir kir, lê tevî wê jî Mistefa Kemal ******, yê ku stêrka wî piştî cengê li Tirkiyayê geş bû û wek avakerê Tirkiya nû kete dîrokê, biryarên Sîvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-ê tuneyî kirin, û Kurd û Kurdistan xist bin stemeke dijwar. Ev jî bû sedema pêxistna agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran
Sayfa başına dön Aşağa gitmek
 
osman sebri
Sayfa başına dön 
1 sayfadaki 1 sayfası

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M :: SANATCILARIMIZ :: HAYAT HIKAYELERI-
Buraya geçin: