:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M
Would you like to react to this message? Create an account in a few clicks or log in to continue.

:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M

:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe Müzik Sitesi: :.:::.:
 
AnasayfaKapıLatest imagesAramaKayıt OlGiriş yap

 

 Sêwas

Aşağa gitmek 
YazarMesaj
?_HaLiL_?

?_HaLiL_?


Mesaj Sayısı : 116
Kayıt tarihi : 30/08/09

Sêwas Empty
MesajKonu: Sêwas   Sêwas EmptyCuma Eyl. 04, 2009 1:23 pm

Sêwas

Sêwas (tr: Sivas) navçe û bajarekî bakûrê Kurdistanê ye. Dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

Bajar di nav parelelên 38° 32´ û 40° 16´ bakûr û merîdyenên 35° 50´ û 38° 14´ rojhilat te ne. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûn, Ordu, Tokatê ve (Tirkiye), li rojava bi Yozgat û Qeyserî yê ve, li başûr bi Mereş û MelediyêEzirganê ve tê girêden. Perçeyeke biçûk ji herêma Sêwasê dikeve hundirê hudûdên Kurdistanê: Qoçgîr, Dîvrîgî, Qenxal û ÎmranlîUmraniye an Macîran). ve û li rojhilat jî bi (

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda bajêr 28.488 km² ye. Ji vî erdî % 46,2 ji çiyan, % 6,2 ji deştan û % 47,6 jî ji platoyan pêk tê. Li erda herêmê genim, ceh, kixsên şekir, nîsk û patatês tên çandin.

Îklîm (Av û hewa)

Li herêmê îklîma reşayî heye. Havînan germ, zivistanan jî sar û bi berf derbas dibe. Ferqa germiya di navbera şev û rojan de ne pir e.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)


Sêwas navend (tr: Sivas) ), 278.734 rûniştvan
Ezbider navê fermî yê dewletê pêvekiriye Akıncılar, 7.875
Tonus (tr: Altınyayla), 17.011
Dîvrîgî (tr: Divriği), 22.903
Tozanî (tr: Doğanşar), 5.081
Gemerek, 47.675
Axvanîs (tr: Gölova), 5.228
Girîn (tr: Gürün), 5.228 (?)
Hafik, 25.415
Macîran an jî Umraniye (tr: İmranlı), 13.015
Qenxal (tr: Kangal), 37.675
Qolhîsar (tr: Koyulhisar), 20.646
Bilekan (tr: Suşehri), 43.792
Sarqişla 42.477
Tecer (tr: Ulaş), 14.498
Norxan (tr: Yıldızeli), 66.418
Qoçgîr (tr: Zara), 29.668
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 698.019 e.

Çiyayên herêmê

Çiyayê bilindtir yê herêmê Kosedax e (3050m). Çiyayên din yê herêmê jî ev in. Qaraca (2079m), Keşlik (2230m), Hezan (2283m), Yildiz (2537m), YamaÇiyayê sor (3015m) û Bey (2802m) (2631m),

Deşt, zozan

Li herêmê deşt zêde tunene. Bilindbûna platoyên herêmê di navbera 1500 m û 2000 m yî ne. Platoya Uzunyayla û Merakum yên herî mezinin.

Çem û Gol

Çemê Qizilirmak ji nav hududên herêmê dertê. Çem ber bi bakûr ve diherêke û diherike Behrareş. Çemê din yê herêmê Tohma, Çalti, Tozan û Kelkit e.
Li herêmê pir golên biçûk jî hene. Wek; Torurge (5km²), Hafik(1km²), Lota û Gurun


Serwetên bin erdê

Erda herêmê ji alî madenan pir dewlemend e. Li herêmê hesin, komir, çîmento, jîps (alçî), qurşûn, çînko, manyezit, krom,kirêc û mermer ji bin erdê dertên.

Babetên heywanan

Herêm ji alî teyrên kovî dewlemend e. Li Sêwasê kewroşk pirin. Kûçikên Qangalê li dinyayê bi nav û deng in. Li gol û çemên herêmê mehsî peyde dibin. Hirç û berazên kovî li herêmê pir kêmin.

Ol û Civak

Muslumanên herêmê ji elewî û sunniyan pêk tên. Pîrîtî û tarîkatîtî li herêmê xurt e. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.

Xwarinên herêmê

Madimak; Gîhayek taybetî ya herêmê ye, biharan şîn dibe. Madimak hûr dibe û di rûn de yan jî şorba wî tê çêkirin. Bi bulxur ji tê kelandin.
Hingel; Şikeva tê perçekirin û malzeme (patatêsê sorkirî, qîme yan jî penir) dikeve nav şikeveyan û tê pêçandin. Di avê de tê kelandin û rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.
Subura; Perçên hevîr yên biçûk di avê de tên kelandin. Ji avê tên derxistin, rûnê sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs kirin.

Kincên herêmê

Jinên herêmê kofî bi şarpeyek "krep" li serê xwe girê didin. Fîstanên "pêşlî" herêmê ji sê etekan pêk tên û milê wan fireh in . Di bin fîstan de şalwarên (tuman) dirêj û fireh tê li xve kirin. Çarox û Kelik jî di nigan de hene, lê pêlavên ji lastîka reş û plastîk jî tê li xwe kirin. Gava jin dertên derve carna jî çarşefa reş li xwe dikin.
Zilam "kefî" yan jî "hindî" lê serê xwe girê didin. li ser îşlikên sipî , êlegên bê mil tê li xwe kirin.Ji pantolonê zilama re dibêjin "şayak" yan jî " zivga" (jora wan fireh, jêra wan jî teng e). Gore nexşandî ne û qondere di nigan de hene.

Nav û kronolojiya bajêr

Dema Romayiyan de navê bajar "Sebasteia" bû. Dema Ereban de nav bûye " Bajarê Danişmend". Dema Osmaniyan de Navê "Eyaleta rom" bûye "Eyaleta Sivas". Nav wek Sîvas û Sêwas hatiye guhertin.
Berî Îsa (zayîn)

1650 - dema Hîtîtiyan
695 - 550 dema Medan
550 - 332 dema Persan
332 Hukumdariya Kapodokya
Piştî Îsa (zayîn)

17 . 395 dema Romayiyan
395 dema Bîzansiyan
1152 dema Selçûkiyan
1408 dema Osmaniyan

Cihên tûrîstîk, dîrokî û gerê

Tabîata herêmê ji alî ger û seyranan ve pir dewlemend e. Gol û zozanên herêmê biharan ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Şelala Sizir ji ciyek ji ciyên gerê ne. Germavên herêmê jî ji van ciyên gerê ne. Mizgeft, medrese û turbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
__________________________________________________
Sayfa başına dön Aşağa gitmek
 
Sêwas
Sayfa başına dön 
1 sayfadaki 1 sayfası

Bu forumun müsaadesi var:Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
:.:MMK:.:Malpera Mûzîka Kurdî - Kürtçe M :: BÖLGELERIMIZ YÖRELERIMIZ :: KÜRDİSTAN BÖLGESI-
Buraya geçin: